Vekirina Ferîd bazara aborî ya yekemîn taybet bi jinê

Bazara Bebole ya bazirganî li bajarê Dêrikê li kantona cizîrê hat vekirin,bi şahiyekê mezin û tevlîbûna sedan jinên ji Dêrikê û jinên di desteya aborî de cihê xwe digrin li kantona cizîrê û endamên saziyên sivîl li bajarê Dêrikê.

 Vekirina bazara Bebola komîteya aborî taybet bi jinê li ser disekinî ku xeleka projeyên koperatîfên taybet bi jinê were zêdekirin.

Şahî bi deqeyekê rêzgirtinê despêkir,piştî wê rêveberiya kongra star Welîda Botî axivî û got:aboriya rastî li ser exlaq disekine û bi rengê jinê ku her tim di despêka pêşketinên aboriya gel deye û dûrê cûreyên istixlalê ku hin bazirgan dimeşînin,ji ber ku kaptalîzmê dixwaze ku aborî biguherêne amûrekî istixlalî bi jinê û gelekî ku teng bibe.

Botî dewam kir û got:bi fikir û fesefya rêber Apo jin gihişte astek herî girîng di şoreşa rojava de û xwe bi rêxistin kir di mile siyasî û leşkerî de,bi vê rêxistina xwe îro gihişte ku bazarekî taybet bi jinê veke û bi jinê were birêvebirin  û hemû karmendên wê jinin ,bi vekirina vê bazarê derfetên gelek jinan hat çêkirin ku tevlî bibin û rê li pêşiya tirsa ku tevlî aboriya gel nebin hat girtin.

Piştî wê beşekî jinên ciwan ji koma Cûdî ya girêdayî navenda çand û huner hin stranên filiklorî bipêşxistin.

Di dawiyê de benê sor hat jêkirin û bazara ku bi 21 dikanane û bi rêveberiya  jinê hat vekirin û her dikanek taybet bi meteriyalekî ye û ji her kesî re vekiriye ku pêwîstiyên xwe bikirin.

RAGIHANDINA ABORÎ

التعليقات متوقفه