Vekirina deriyê sedê başûrê Hesekê ji bo cotkaran

Rêveberiya giştî ya çavkaniyên avê li kantona cizîrê deriyê sedê ya başûrê Hesekê vekirin,ji bo avdana erd ku ev cara sêyemîne û ya dawî ye ji bo amadekirina mûsim.

Rêveberiya giştî ya çavkaniyên avê,ava çemê xabûr berdan di deriyê sedê başûrê Hesekê de ji bo gelê Arîşa û Şedadê 10 rojan wê dewam bike,bi armanca avdana erdên cotkaran li herêma başûrê bajarê Hesekê heta erdên çandiniya bajarokê Mergeda.

Berdana çemê xabûr beş bi beş derket,cara yekemîn 17 cotmeh`ê ya sala borî derket,cara duyemîn di 20 Şibata sala borî de bû,lê cara dawî di vê demê de derket ew jî dema birrîna genime.

Li gorî serokê hevbeş ê rêveberiya giştî  ji çavkaniyên avê li kantona cizîrê Malik Silêman wê ava çemê Xabûr li ser 11 melyon mm ji erdê gel were berdan,ew jî li gorî plana demjimêr a ku danîne di 10 rojan de.

RAGIHANDINA ABORÎ  

التعليقات متوقفه