Talîmatên taybet li ser şertên kuştin,cemdandin û xîlavkirina ferûcên beledî

Rêveberiya giştî  ya bazirganî ya girêdayî desteya aborî li kantona cizîrê talîmatên taybet li ser şertên kuştin,cemdandin û xilafkirina ferûcên beledî ku başbe ji xwaringehan û diknan li bazarê.

Talîmat bi vî awayî ne:

Li gorî xwestekên ku hatine kirin ji me re ser kuştin,cemdandin û xîlafkirina ferûcên beledî ên cuda cuda bi rengekî munasib ji xwaringehan û dikanan li hemû bazaran.

Ji hemû cihên serjêkirinê tê xwestin ku alikarî bidin ji aliyê kuştin,camdandin û xilafkirina ferûcan bi vî awayî:

-parastina ferûcan di hindirê kîsan de ku xirab nebin.

-danîna dîroka çêkirin û dema xilasbûna dîroka wê were dayin li ser kîsên wan.

-Gereke dîroka cemdandina wê ne zêdeyî 12 mehan be.

-Gereke kuştina wan helal be û li cihekî paqij were kirin.

-Gereke cihê ku ferûc tê de werin cemdandin paqij be û tiştekî ku xirab bike di hundirê wê de nebe.

-Gereke cihê cemdandinê dereca wê ne kêmî  5-9 di bin sifir de be.

-Gereke li gorî bihaya ku ji aliyê rêveberiya giştî tê diyarkirin bê meşandin.

-Eger li gorî van talîmatan neyê meşandin ew kes tê muxalefe kirin ji aliyê komîteya zabîteyê.

RAGIHANDINA ABORΠ          

التعليقات متوقفه