Mala koperatîfan firinek li gundê Etalê yê girêdayî Erîşa vekirin

Mala koperatîfan li Hesekê firinekî alî li gundê Etalê ya Girêdayî Erîşa li kantona Hesekê vekirin bi amadehiya xelkên Erîşa û gundewarên wê,bi armanca çareserkirina kirîza nan li gundê Etalê û hin gundên Erşîa.

Merasîm bi deqeyekê rêzgirtinê despêkir,bi navê mala koperatîfan rêveberiyê mala koperatîfan Ebdulhemîd Mihemed axivî û bi navê meclisa Erîşa hevserokê meclisê Hemûd Elî û kongra star rêveneriya kongra star Mirsim Elî axivî,di nava axaftinan de hat gotin ku vekirina firinekê li gundê Etalê wekî çareserkirinekî acil hat ji ber kêmbûna nan li gundê Etalê û hin gundên din ên ku pirsgirêka anîna nan didîtin,piştî axaftinan benê vekirinê hat qusandin ji aliyê dayika şehîd Elî Ebdulselam.

Ev proje bihayê wê hat ser 40 melyon LS,pêwîstiyên firinê wekî aletan û kehrebê hatin dayin,ev firin 4 ton ji ard çêdike yanî 80 kîs nan,bihayê hejmara sehman 500 sehme,her sehmek bihayê wê 50000,di nava pîlanan de ev firin ji bo gundê Etalê rojhilat û rojavayî wê,gundê Tilehmer,gundê Ecacê û dibe ku ev firin ji bo pêwîstiya gundê Hedadiyê jî yê girêdayî Erîşa di dema pêş de ku ard zêde bibe.

RAGIHANDINA ABORÎ

التعليقات متوقفه