Mala koperatîfan du civînên cuda lidarxistin li Tirberspiyê

Mala koperatîfan du civînên cuda li gundê Til şeîrê û gundê Sîha yê girêdayî Tirbespiyê li kantona Qamişlo,bi amadehiya xelkên gund ji bo şîrovekirna koperatîfan.

Civîn bi deqeyekê rêzgirtinê despêkir,di herdu civînan de rêveberiyê mala koperatîfan Mihemed Emîn Mihemed axivî û got:armanca bingehîn ji koperatîfan pêşketina kare û bingeha wê bi aborî ve girêdayî ye û avakirina ruhê hevkariyê û karê hevbeş di nava gel de.

Nîqaş ji aliyê mêvanan hat kirin û bersiva wan hat dayin.

Di herdu civînan de du proje hatin pêşniyar kirin,ew jî pêwîstiya gel bi firinekê û xwedîkirina mêşên hingiv heye,ev herdu proje wê were lêkolîn kirin ji aliyê mala koperatîfan li bakurê Suriyê.

RAGIHANDINA ABORÎ

التعليقات متوقفه