Koçberên El-Tiwêhîna banga peydakirina pêdiviyên zivistanê dikin

Koçberên di kampa El-Tiwêhînê de hatine bicihkirin spasiya rêveberiya kampê kirin û diyar kirin ew ji rewşa xwe razî ne, lê divê rêveberî pêdiviyên wan ên demsala zivistanê peyda bike.

Kampa El-Tiwêhîna li bakurrojavayê bajarê Tebqayê hatiye avakirin û gelek koçberên ji bajarê Reqa û hin deverên din ku ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê koçber bûne hatine bicihkirin. Koçberên di kampê de dane zanîn ku ew ji rewşa xwe ya di kampê de razî ne û rêveberiya kampê bi hemû derfetên xwe alîkariya wan kirine, lê bi nêzîkbûna demsala zivistanê koçberan ji rêveberiya kampê xwestin ku pêdiviyên zivistanê ji wan re peyda bike.

Koçberekî di kampê de ku nexwest navê xwe eşkere bike diyar kir ku ew ji gundewarê rojhilatê Hemayê koçber bûye û wiha got: “Ez nikarin kampê weke mal û warê xwe bibînim, lê rewşa me di vê kampê de gelekî baş e û ji jiyana perîşantiyê baştir e.”

Niha di kampê de 1200 malbat hatine bi cihkirin û evan koçber jî ji bajarê Reqa, gundewarên Hema, Humis û Helebê hatine û ji ber sere desthilatdariyê neçarî koçberiyê bûne.

Heman koçberî spasiya rêveberiya kampê kir û got ku hemû pêdivî û xwarina wan û tenduristiyan wan peyda kirine û wiha anî ziman: “Di kampê de du navendên tenduristiyê hene û di van navendan de bijîşkên pispor dixebitin. Her wiha derman jî bê pere li hemû koçberan belav dikin.”

Koçbera bi navê Tirkiyê El-Xilêf bang li rêveberiya kampê û rêxistinên navnetewî kir ku bi nêzîkbûna demsala zivistanê re pêdiviyên zivistanê ji wan re peyda bikin û wiha got: “Gelek koçberan dar ji derdorê hilkirin û pê xwarina xwe amade dikin, divê rêveberî sotemeniyê ji wan re peyda bike da ku dar neyên hilkirin.”

Hêjayî gotinê ye kampa El-Tiwêhîna di nîvê meha Hizêrana borî de hatiye avakirin.

(jh)

التعليقات متوقفه