Kampaniya ji bo naskirina koperatîfan li kantona Cizîrê

Bi armanca naskirina desteya aborî ji aliyê gel û avakirina wekheviyê di navbera wan de û ku monopolist ji wan nestînin,mala koperatîfan kampanyayek destpêkir ji naskirina koperatîfan,û asta bandora wê di nava gel de û hîza wê ya têrbêna şexsî ji giştî re.

Malên koperatîfan îro kom bûn tevî taxa Cûdî ya ku ji çar komînan pêk tê(şehîd Dijwar,şehîd Edhem,şehîd çîçek,şehîd Cansiz) li malên koperatîfên di taxa Cûdî de li herêma Dêrikê li kantona cizîrê jib o nîqaşên ser kopertîfan û riyên avakirina wê.

Di civînê de miletên çar komênan hazirbûn,civîn bi deqeyekê rêzgirtinê despêkir.

Endamê mala koperatîfan Şaban Ehmed da diyarkirin ser girîngiya koperatîfan û rola di bazara reş de û vegerandina aborî li despêka wê (Gel) û hevkariya wan bi aborî ku bi dehê salan ji wan hatibû standin.

Ehmed got ser riyên ku koperatîf bên avakirin ser 3 beşan (çandinî,bazirganî,pêşesazî) û tê de kar were kirin ku bighên encamekî ku her kes jê razî be.

Di dawiya civînê de endamên koperatîfan nerînên gel girtin ku pêwîstiyên wan pêk bînin bi alîkariya wan.

Hat bibîranaîn ku wê kampaniya naskirina koperatîfan berdewam bike li aliyê koçeratan û Beravê û Dêrikê.

RAGIHANDINA ABORÎ

التعليقات متوقفه