Civîna yekemîn a avakirina meclisa yekîtiya xwedîkarên swealdarî

Komîteya çandinî û sewaldarî ya bajarê Dêrikê li kantona cizîrê duh civînek lidarxistin ji bo xwedîkarên sewaldarî li herêma Dêrikê bi armanca avakirina yekîtiyeekê ji wan re li navenda çandinî li Dêrikê.

Di civînê komîteya sewaldarî ya kantona Qamişlo û hemû xwedîkarên sewaldarî li herêma Dêrikê bi 4 xetên xwe(Indîwar,Til xenzîr,Robariya û xana xerê) hazir bûn.

Piştî deqeyekê rêzgirtinê bi navê rêveberiya hevbeş a komîteya çandinî  Selah Hemza axivî ser giringiya sewaldarî ku ew kinzekî dev jê nayê berdan û ew hemû sewalan di nava xwe de digre wekî pez,masî û mêşên hingiv û di nava xwe de gelek pêşesaziyan digre û dibe aboriyekî girîng ji gel re,ji ber wê dive li ser rêxistina wê û pêşketina wê di nava gel de were seknandin.

Bi navê rêveberiya hevbeş a komîteya sewaldarî li kantona Qamişlo Dr.Elai Eldîn Mûsa jî axivî li ser hin tiştên girêdayî sewaldarî  wekî xizmeta ku were kirin ji xwedîkarên sewalan û çareserkirina pirsgirêkên wan ku berê xwe bidin komîteya çandinî û sewaldarî  eger çi pirsgirêk werin derxistin ji aliyê nexweşiyên sewalan bi hemû beşên xwe ve û ku komîte bi karê xwe rabe û gera xwe bikin li ser sewalan û alîkarî bidin xwediyan.

Piştî wê nîqaş û pirs û bersiv di navbera endam û dîwanê de hat kirin li ser sewaldarî.

Bi dawîkirina civînê yekîtiya meclisên sewaldarî li herêma Dêrikê bi çae xetên xwe ve hat avakirin.

RAGIHANDINA ABORÎ

التعليقات متوقفه