Civîn ji bo hilbijartina bihayên derasan bi pêşwaziya mûsimê çandiniyê

Komîteya çandinî civînek ji xwediyên derasan re çêkirin li navenda çandinî li bajarê Dêrikê li kantona Qamişlo bi armanca hilbijartina bihayên derasan ên mpsimên çandinî di vê demê de.

Di civînê de endamên yekîtiya cotkaran amade bûn û hemû xwediyên derasan li bajarê Dêrikê,hevserokê komîteya çandinî Selah Hemza axivî ser nêzîkirina hatina mûsim çandinî û gereke ku bi xwediyên derasan re û cotkaran re bibin alîkar bi rengekî munasb ji her kesî re ya girêdayî bihayên derasan re ku gerekî wekhev be di vê dema niha de.

Piştî nîqaşan ên ku xwediyên derasan û cotkaran kirin gihiştin encamekê ku bihayên derasan diyarkirin ji bo vê sale li gorî herêman bi vî rengî:

Yekemîn:genimê bejî û çêkirina kayê:

Li herêma Beravê:4-5%    bahaya yek donmî 1500-1700LS.

Li herêma koçeratan:      bihaya yek donmî 1000 LS.

Duyemîn: Nok

Bihaya yek donmî û çêkirina kayê:1300-1500 LS.

Bihaya yek donmî bêyî kayê:1000 LS.

Seyemîn: Nîsk

Bihaya yek donmî tevî çêkirina kayê:1500-1800 LS.

Çaremîn: Kizbera

Dagirtina kizbera bi aletên dagirtinê ku şîn be:400 LS yek donm

Bihaya kizbera bi çêkirina derasê ser erdê:1000 LS yek donm.

Çêkirina kizbera piştî ku hişk bibe:1000 LS yek donm.

RAGIHANDINA ABORÎ

التعليقات متوقفه