Civîn ji aliyê rêveberiya parastinê ji bo rêveberên newbetciyan hat lidarxistin

Rêveberiya parastinê ya girêdayî desteya aborî li kantona cizîrê civîn ji bo rêveberên newbeta candinî li kantonê lidarxistin li navenda rêveberiya giştî ya candinî û sewaldarî ya bajarê Qamişlo.

Piştî deqeyekê rêzgirtinê,endamê rêveberiya parastinê li kantona Cizîrê Luqman Bedir hin tişt dan şîrovekirin li ser parastinê û got:parastin erkeke exlaqiye dikeve ser milên me û armanca me ji avakirina zabîteyan,parastina ewlehiyê û parastina cihên kar.

Bedir di axaftinan de girîngî da nîqaşan û lêkolîna ku cawa astengiyên ku werin derxistin ji endamên parastinê re di dema kar de derbas bikin,û giringî da ser ku tensîq gereke di navbera rêveberî û endaman de hebe ku pirsgirêkan derbas bikin.

Di dawiya civînê de nerîn û pêşniyarên zabîteyan hatin girtin û bersiv ji aliyê endamê rêveberiya parastinê ya kantona Cizîrê Luqman Bedir hat dayin.

Hat bi bîranîn ku car cihên parastinê hene li kantona cizîrê:Parastina Hiyaka-parastina ciyayê Kizwana-parastina Mizgeftê-parastina Celaxa

التعليقات متوقفه