Avakirina yekîtiya mutehidan

Odeyên bazirganî civînek çêkirin bi mutehidan re li navenda aborî ya bajarê Dêrikê li kantona Qamişlo bi armanca avakirina yekîtiyekê ji wan re,hemû mutehidên bajarê Dêrikê amade bûn.

Civîn bi deqeyekê rêzgirtinê despêkir,piştre hevserokê odeya bazirganî Behzad Zeyno da diyarkirin ser giringiya odeyên bazirganî û dewra wê ji bo parastina mafê bazirganan û avakirina wekheviyekê di navbera wan û gel de û çareserkirina pirsgirêkên wan bêyî ku berê xwe bidin mehkeman derveyî rewşên awarte.

Piştre li şikayetên mutehidan hat guhdarkirin û zehmetiyên ku bi wan re derbas dibin dema bînayetekê avadikin û kesekî ku berê xwe bidinê ji bo parastina mafê wan tune be.

Yekîtiyek ji wan re hat avakirin û meclisekî ji 5 endaman.

RAGIHANDINA ABORΠ            

التعليقات متوقفه