Pırojeya Serhed a xwedîkırına heywanan,gaveke dın jı bo pêşketına aborî

2

 

Gerandına koperatîfa serhed a xwedîkırına heywanan lı Dêrıkê,ser şîr û tıştên gırêdayî şîr û goşt lı bazara herêmî ku bı pereyên kêm werın fırotın jı bo welatıyan,ev pıroje wê  jı bo hemû bajarên kantona Cızîrê pêk were ku bıbe alîkarî jı bo bakurê sûryê tevayî.

Herêma Dêrıkê jı wan herêmên ku pıştî şoreşa Rojava bu herêmeke ku karê şexsî yê walatıyan esas hat gırtın û despêka wê ba avakırına koperatîfên çandınî ku dı nava wê de malbatên herêmê cıhê xwe dıgrın û alîkarıyekê madî bı welatıyan re dıke ku pêwıstıyên xweyî çandınî pêkbînın.

Rêveberıya gıştî ya çandınî û sewaldarî berê xwe dan despêkırına projeya xwedîkırına heywanan,lı gelek cıvînên bı welatıyan re nerînên xwe anîn ser zıman û lı gorî Cemîl Ehmed yê ku lı ser projeyê dısekıne fıkreya wan pêşketın hatın dîtın jı alıyê welatıyan ve û lı ser wî esasî proje hat pêkanîn.

Yek jı hedefên bıngehîn a vê koperatîfê feyda madî jib o welatiyên ku tevlî vê projeyê bune were kirin ku karibin bi hêsanî pêwistiyên xwe yên bazarê pêk bînin,hejmara wan gihiştiye 200 kesî yê ku sehmê xwe xistine vê projeyê ji ber wê sehmê wan hat parvekirin û her sehmek hat ser 50000LS.

Gunê Xana Mişkê ya girêdayî herêma koceratan hat diyarkirin ji bo xwedîkirina heywanan û li gorê kesê ku li ser vê projeyê disekine gelek sedemên ku ew der hatiye diyarkirin hene,sedema yekemîn ku dûrî malên welatiyane ji bo ku tu acizî ji welatiyan re neyê cekirin ji aliyê qirêjî û bêhna heywanan.

Ev proje niha nêzî 315 serî pez tê de heye ji nêr û mê pêk tên û dibe alîkar ku zêde bibin li gorî ku pilan kiribûn,hemû heywan bi şeklekî rêxistinkirî toxtor li wan meyze dikin.

Endamê mala koperatîfan li Dêrikê Cemîl Ehmed da diyarkirin ku armanca wan ji vekirina van projeyan ku pêşketin di aliyê aborî de were cekirin û derfetên kar bi dest karkeran bikeve,ev proje wê bibe cavkaniya dahatiyê jib o welatiyan ,derfetên şîr û tiştên girêdayî şîr wê hîn zêde bibe li bazarên bajêr.

Bi pêşketina vê pirojeyê Cemîl got:ku hazirtiyên vê projeyê bi hemû beşê xwe bi dawî bû piştî 4 mehan,ev proje ji 4 hingara pêk tê û her hingarek 20m heye û 100 serî pez dikevê û cihek ji bo xwarina pez û malek ji bo şivan û her wiha bîrek avê hat kolandin nêzî mezraê û elektrîk li wê derê hat dayin,niha jî nêzî 315 serî pez têde tên xwedîkirin.

Cemîl got: ku hingar bi temamî hatin hazirkirin ji aliyê hewayê û firebûna wê, her hingarek têra 100 serî pez dike û li kêleka wê cihek ji bo xwarina wan û du saheyên fireh li pêşiya hingarê.

Girêdayî zê bûna wan Cemîl da diyarkirin ku heta niha 115 mih cebûne,ji aliyê şivan ve tên xwedîkirin û dema nexweşiyek hebe textor li wan meyze dikin.

Ji bo kesên ku tevlî projeyê dibin, her meh civîn tê cekirin ji aliyê komîteya projeyê ve,tê de li ser rewşa projê,pêşketinên ku cêbûne û nerînên kesên tevlî bûne tê girtin.

14-01-2018                                                                      

RAGIHANDINA ABORî                                                          

التعليقات متوقفه