Hazirtiyên navenda çandinî ji bo pêşwazîkirina mûsim

Navenda çandinî li bajarê Dêrikê ya kantona Qamişlo li cizîrê ragihand li ser niyeta wan ji bo kirîna genim di vî mûsimî de bi cureyên nerm û hişk ku çewalkirî be yan dokma be.

Ji bo amadekariya navendên genim hevserokê komîteya çandinî û sewaldarî Selah Hemza da diyarkirin ku 3 navend hatine amadekirin ji bo kirîna genim,navenda Dêrikê(dokma û çewalkirî), navenda Til Ziyarat(dokma), navenda Biroj(dokma) ev navenana amadekirî ne bi bi grupekî karmendên zaniyar, û ji cotkar tê xwestin ku fotografekî ji nasnameya xwe bîne û kaxezekê ji komînê.

Hilbijartina bihayên baş ji bo genim

Selah Hemza da diyarkirin ku bihaya genim hat hilbijartin li ser 3 astan,ew jî bi vî şeklî ne:

Asta yekemîn 175000 ji bo yek ton ji genim,asta duyemîn 173250 hezar ji bo yek ton lê ji bo asta çaremîn 1,25 LS diçe ser her zêdebûnekî icram ser a ku hatiye hilbajrtin di asta sêyemîn de.

Selah Hemza di berdewamiya axaftinê xwe de got ku navendên çandinî wê kîsên xişxişok ên nû li ser cotkaran belav bike ji bo her donmekî ji erdê çandinî yê bejî 2 kîs û ji bo erdê avî 4 kîs û her kîsek bi bihaya 650 LS.

Ji bo pêwîstiyên ku kîsan bigrin,cotkarên ku ruxset bi wan re hebe ji aliyê çandiniyê ve ew kîsan digrin li gorî ruxseta wan,lê yê ku ruxseta wan tune be kaxezekê ji komînê tînin û tê de mesaheta erdê çandiniyê tê de dinivîsin û hilbijartina cureya çandiniyê(bejî,avî).

RAGIHANDINA ABORÎ

التعليقات متوقفه