Civîna mala koperatîfan li Serê Kaniyê

Mala koperatîfan û meclisa aborî ya Serê kaniyê li kantona cizîrê civînek li darxistina bi endamên koperatîfan re yên firina Alî li meqerê mehetê.

Civîn bi deqeyekê rêzgirtinê despêkir,rêveberiyê mala koperatîfan Hisên Mihemed axivî ser rewşa dawî ya siyasî û aborî.

Piştî wê raporên 6 mehan hatin xwendin û nîqaş hatin kirin ji aliyê endaman ve û nerîn û pêşniyarên endaman hatin guhdarkirin ser berfirehkirina rewşa aborî li Serê kaniyê.

Di dawiya civînê de hin biryar ji aliyê endaman ve hatin standin:

-Guhertina meclisê û rêveberiya koparatîfan.

-Meclisa nû ji 15 endaman avadibe.

-Di her taxekê de wê rêveberek were hilbijartin ku bibe endam di meclisê de.

RAGIHANDINA ABORÎ

التعليقات متوقفه