Berdewamiya şerkirina kêza sûnê

0

Rêveberiya giştî ya çandinî û sewaldarî ya girêdayî desteya aborî li kantona cizîrê ragihand ku asta yekemîn a şerkirina sûnê ku zerarê ser genim dike bidawî bû.

Endamê rêveberiya giştî ya çandinî û sewaldarî li kantona cizîrê Ehmed Silêman da diyarkirin ku asta yekemîn gera wan ser erdê çandinî bi genim li herêmê ji aliyê komîteyên taybet ve hat çêkirin.

Silêman di berdewamiya axaftinê xwe de got ku:Enamê gera wan da xwiyakirin ku rewşa genim nebaş bû ji ber bela kirina kêza sûnê zêde ye.

Silêman da diyarkirin ku dest bi belavkirina derman bi(mereşên taybet),lê pêwîsteya me bi gel heye ji aliyê peydakirina aliyatên wan,di despêkê de derman li ser kêlekan tên belavkirin,piştre li ser cihê din heta ku bidawî dibe li ser giştî û ev derman wê li cotkaran were belavkirin jib o ku dem zêde nexwe.

Pêwîstiyên ku gel û komîteyên taybet pê rabin di dema belavkirina derman de:

1-Lixwekirina cilên taybet bi parastinê.

2-Belavkirin bi aliyê ba de.

3-Pêwîste çixare neyê vexwarin û xwarin neyê xwarin heta bidawî nebe û xwe bison.

4-Giringî bidne vexwarina şîr û hêkên kelandî werin xwarin.

Hat bibîranîn ji aliyê rêveberiya giştî ya çandinî û sewaldarî  ku genim 90% zerar dîtibû di mûsmê sala bûrî de.

RAGIHANDINA ABORÎ

التعليقات متوقفه