Avakirina meclisa yekîtiya xwedîkirina ajalan li herêma Dawuduyê

0

Rêveberiya giştî ya çandinî û sewaldarî li kantona Hesekê,meclisekî yekîtiya xwedîkarên ajalan avakirin,bi çêkirina civînê.

Bi armanca ku sewaldarî rêxistinekî wê taybet bi wê hebe,rêveberiya giştî ya çandinî û sewaldarî meclisekî yekîtiya xwedîkarên ajalan avakirin.

Civîn bi deqeyekê rêzgirtinê despêkir bi amadehiya komîteya aborî li kantona cizîrê Leyla Sarûxan û Şêrîn Xelef,bi nave komîteya çandinî û sewaldarî endamê komîteyê Silêman Silêman li ser girîngî û armanca avakirina meclisa yekîtiya xwedîkaran axivî û got ku:Gereke rêxistinekî taybet bi sewaldarî were çêkirin û pêwîstiyên salê yê sewaldarî werin peydakirin ji bo herêma Dawûdiyê û gundên girêdayî wê.

Deriyê hilbijartinê hat vekirin li meclisa yekîtiya xwedîkaran,li ser wî esasî 4 rêveberên hevbeş hatin hilbijartin û 22 endam.

RAGIHANDINA ABORÎ

التعليقات متوقفه