Aboriya jin firina xwe ya taybet bi jinê vekirin li Hesekê

Mala koperatîfan ya aboriya jin ya girêdayî komîteya aborî li Hesekê,firina Aştar vekirin li taxa Nasira beramberî dibistana Seyf Eldewle.

Ji despêka fikreya aboriya jin li herêmê,aboriya jin a girêdayî mala koperatîfan di komîteya aborî de li bajarê Hesekê firina Aştar a hevpar vekirin,bi tevlîbûna 9 sehman her sehmek 60LS, bi tevlîbûna endam û rêveberên kongra star û endamên meclis û komînên taxa Nasira.

Endama rêveberiya aboriya jin li kantona Hesekê Hîvda Abdullah vekirina firinê li jinên Hesekê ku ked dane û fikra aboriya jin pêşxistine û kar tê de kirine pîrozkir.

Hîvda da diyarkirin ku vekirina vê firinê dide diyarkirin ku hêza jinê heye ku rêveberiya aboriya xwe bike û ew zihniyeta ji bo wê dişkîne.

Piştre dayika şehîd Mîdiya,Xezalê Îsa ben qetand û piştre nan hat gerandin ser ên ku tevlî merasîmê vekirina firinê bûne.

Tê bibîranîn ku feyda firina Aştar wê têkeve xizmeta projeyên cuda taybet bi jinê.

RAGIHANDINA ABORÎ

التعليقات متوقفه